Sihetxweş man

Heger hûn li gorî şîretên li jêr tevbigerin, hûn ê karibin xwe ji hin nexweşiyên vegir biparêzin.

4A Haende Waschen

Rêya herî hêsan û herî bi tesîr ya xweparaztina ji nexweşiyên vegir ew e ku hûn birêkûpêk û bi sabûnê destên xwe bişon. Destê xwe herî kêm her carê piştî çûna tuwaletê û beriya xwarinê bişon.

1D Haende

Bi rêkûpêk serê xwe bişon û diranên xwe jî rojê sê caran paqij bikin.

Paqijiya birêkûpêk a bedenê we ji nexweşiyan diparêze. Heger diranên we biarin yan jî biêşin herin cem Medic-Helpê.

4D Impfung

Bi derzîkirinên parzayê pêşî li nexweşiyên cuda dikare bê girtin. Çiqas zêde mirovan derziyên parzayê li xwe xistibinê ew qasî kêm nexweş dikevin.

Meqamên tenduristiyê yên Swîsreyî di nava gelekan de li dijî nexweşiyên li jêr derzîkirina parzayê pêşniyaz dikin

  • Xurîsorik
  • Sorik/Gurep/Mîrkutok
  • Dîfterî/Tetanos/Qotik
  • Poliyomiyelît/Felca zarokan
Icon_Medic_Help.png

Biçin Medic-Helpê û bihêlin ku xizmeta şêwrê bidin we.

4E Geschlechtsverkehr

Ji bilî Aidsê gelek nexweşiyên din hene ku bi minasebetên cinsî ji kesekî derbasî kesekî din dibin. Rêya herî baş a xweparastinê ew e ku hûn dema minassebeta cinsî prezervatîfê bi kar bînin. Prezervatîfên ji bo jinan jî hene.

 

Li navenda penaberan prezervatîf tên dayîn yan jî ew dikarin li dermanxane, dermanfiroş û li pirraniya dikanên supermarket bên kirrîn.

4F Drogenkonsum

Heger hûn ji bo bikaranîna narkotîkan derziyên bikarhatî bi kar bînin, hingê dibe ku hûn bi rêya xwînê xwe bi nexweşiyekê bixin. Timî derziyên paqij ên nehatî bikaranîn, bi kar bînin.

2C Schwangerschaft

Heger hûn ducanî bin, herin li cem Medic-Helpê. Medic-Help bi we re li ser tişta ji we re pêwîst dipeyive, ango li ser wê yekê ka hûn û pitika we çawa sihetxweş dimînin, û civanekî bi we re li cem doktoreke pispor datînin.

1B Wo Medizinische Hilfe

Bihêlin zaroka we bi awayekî birêkûpêk li cem Medic-Helpê bê muayenekirin. Medic-Help di xwarindayîn û lêmiqatebûna zaroka we de jî bi we re alîkar dibe. Bi vî awayî zarok bi sihet dimînin û dikarin baş mezin bibin.