Dema mirov nexweş bikeve, divê çi bike?

Li her navenda Qebûlkirin û Boçûna Dozên Penaberiyê her wiha xebatkarên tibî (Medic-Help) hene. Heger hûn dermanan distînin, ducanî bin yan xwe nexweş hîs bikin yan jî pirsên we elaqedarî tenduristiyê hebin, biçin cem wan. Ev pispor û xebatkarên tibî yan we derman dikin, yan heger pêwîst bike we hewaleyî doktorekî yan jî nexweşxaneyekê dikin.

Heger Medic-Help girtî be, hingê biçin cem karmendên lêmiqatebûnê yan jî yê ewlekariyê.

Pirsên we yên li ser tenduristiyê û agahdariyên li ser nexweşiyên we dikevin ber ferza sir û razê, û ji kesê sêyem re behsa wan nayê kirin.

Dema qeza jî biqewimin pêşî biçin cem Medic-Helpê. Bi tenê heger rewşeke lezgîn hebe, yekser biçin nexweşxaneyê.

Icon_Medic_Help.png

Dema ku hûn yan jî zaroka we xwe nexweş hîs bikin, yan jî pirsên we elaqedarî tenduristiyê hebin, biçin cem Medic-Helpê.

 

Lêmiqatebûna tibî li navendên din ên hewandina penaberan.

Her wiha li her navenda din a hewandina penaberan jî di meseleya tenduristiyê de xebatkar hene ku mirov dikare bi wan bişêwire. Agahdariyên tekûztir hûn ê ji cihê cih wergirin.