Diese Webseite nutzt Cookies, um Ihnen die bestmögliche Funktion bieten zu können.
Zu den Datenschutzbestimmungen

Akzeptieren
Medic-Help Asyl
  • Dema mirov nexweş bikeve, divê çi bike?
    Gazin
    Nexweşî
    Sihetxweş man
    Lêmiqatebûna tibî li Swîsreyê
    Agahdariya qebûlê
    icon-sprache.png
    • English
    • Deutsch
    • Français
    • Italiano
    • Shqip (Albanisch)
    • Bamanakan (Bambara)
    • Fulani
    • Igbo
    • Hrvatski (Kroatisch)
    • Kurmancî
    • Lingala
    • Mandinŋo (Mandinka)
    • Português (Portugiesisch)
    • Română (Rumänisch)
    • Soomaali
    • Español
    • Kiswahili
    • Türkçe (Türkisch)
    • Twi
    • Wolof
    • العربية (al-Arabiya)
    • کوردی (Badini)
    • درى (Dari)
    • فارسى (Farsi)
    • پشتو (Paschtun)
    • پنجابی (Punjabi)
    • کوردیی ناوەڕاست (Sorani)
    • اردو (Urdu)
    • български (Bulgarisch)
    • Монгол (Mongolisch)
    • Українська (Ukrainisch)
    • русский (Russisch)
    • Հայերեն (Armenisch)
    • አማርኛ (Amharisch)
    • ትግርኛ (Tigrinnya)
    • ქართული (Georgian)
    • தமிழ் (Tamil)
    • བོད་སྐད (Tibetisch)
  • Für Betreuende:

  • Çap û têkilî

    Dema nivîsîna metnê: Çileyê 2018´an

  • Gazin
  • Kuxik
  • Tagirtin
  • Xwêdana bi şevê
  • Sorbûna bedenê û xwerîn
  • Birînên vekirî yên li ser çermî
  • Zikçûyîn
  • Verîşan
  • Zehmetiya bi xew ve çûnê, tirs û êş
  • Gazinên din
Beschwerden.png

Li vir em we agahdar dikin li ser nîşanên nexweşiyên vegir ên herî girîng. Girîng e ku hûn van nexweşiyan bi lez bidin dermankirin. Bi vî rengî hûn ê tenduristiya xwe biparêzin û pêşiyê lê bigirin ku mirovên din bi nexweşiya we bikevin.

Icon_Medic_Help.png

Heger gazinên we hebin yan jî xwe ne baş hîs bikin, biçin cem Medic-Helpê.

Husten.png

Kuxik dikare nîşana gelek nexweşiyên cuda be. Pirraniya caranê ev tenê sermaxwarin e. Carinan ev nîşana nexweşiyeke vegir e.

Icon_Medic_Help.png

Heger hûn pirrî xurt û demeke dirêj mecbûr bin bikuxin yan jî hûn bi kuxikê re belxemê biavêjinê herin cem Medic-Helpê.

Kuxik nîşaneke gelek nexweşiyên cuda ye. Di nava gelekên din de, ew dikare nîşana van nexweşiyên li jêr be:

Jana zirav

Sorik

Fieber.png

Dema ku germahiya bedenê ji rewşa normal zêdetir be, hingê mirov behsa tagirtinê dike. Ew dikare nîşaneke nexweşiyeke vegir be.

Icon_Medic_Help.png

Heger hûn ta digirin, biçin cem Medic-Helpê.

Icon_Medic_Help.png

Heger zaroka we ta bigire, bi lez tevbigerin û biçin cem Medic-Helpê.

Icon_Trinken.png

Têra xwe avê yan jî çayê hêdî hêdî vexwin û nehêlin ku bedena we biweste.

Tagirtin nîşaneke gelek nexweşiyên cuda ye. Di nava gelekên din de, ew dikare nîşana van nexweşiyên li jêr be:

Jana zirav

Xurîsorik

Sorik

Nachtschweiss.png

Di şevên germ ên havînî de normal e ku mirov gelekî xwê bide. Bi heman rengî, heger odeya xewê jî zêde bê germkirin. Lê belê heger bi şev di germahiya normal a odeyê de jî zêde xwê bidin, dibe ku ev nîşana nexweşiyeke vegir be.

Icon_Medic_Help.png

Heger bi ser xwêdana bi şevê de hûn ta bigirin û kîloyan li xwe kêm bikin an zeîf bibin, hingê biçin Medic-Helpê.

Xwêdana bi şevê nîşaneke gelek nexweşiyên cuda ye. Di nava gelekên din de, ew dikare nîşana van nexweşiyên li jêr be:

Jana zirav

Hautauschlag.png

Dema laşê we sor bibe, gelek caran lekeyên sor û pelqaz li ser çerm çêdibin, çerm hingê gelekî zuwa û pelpelî ye yan jî zêde dixure. Ev dikare nîşaneke nexweşiyeke vegir be.

Icon_Medic_Help.png

Heger çermê we sor bûbe yan jî xurê girtibe we, biçin cem Medic-Helpê.

Sorbûna çermî û girtina xurê nîşanên nexweşiyên cuda ne. Di nava gelekên din de, ew dikare nîşana van nexweşiyên li jêr be:

Gurîbûn

Xurîsorik

Sorik

Offene_Hautwunden.png

Birrîn, biserve hatina çermî, yan jî êş û janên mîna derzî têçûnê dikarin çermî birîndar bikin û rê li ber birînên vekirî vekin. Nexasim jî divê mirov baldar be ji bo birînên zehmet yan jî xirab rehet dibin.

Icon_Medic_Help.png

Heger birînên we yên vekirî yên li ser çermî hebin, biçin cem Medic-Helpê.

Birînên vekirî yên çermî pirraniya caran encama birîndariyan in. Heger ev birîn zehmet rehet dibin, hingê ev dikare nîşanek be ji bo:

Dîfterî

Durchfall.png

Dema ku hûn rojê bêhtir ji sê caran biçin tuwaletê ji bo avdesta mezin yan jî dema avdesta we ya mezin ron be, hingê mirov behsa zikçûyînê dike. Ev dikare nîşaneke nexweşiyeke vegir be.

Icon_Medic_Help.png

Heger zikê we diçe, biçin cem Medic-Helpê.

Icon_Trinken.png

Têra xwe avê yan jî çayê hêdî hêdî vexwin.

Icon_Haende_waschen.png

Bi rêkûpêk destên xwe bi sabûnê bişon da ku hûn kesên din bi nexweşiyê nexin.

Zikçûyîn nîşaneke gelek nexweşiyên cuda ye. Di nava gelekên din de, ew dikare nîşana van nexweşiyên li jêr be:

Hilgirtina mîde û roviyan

Erbrechen.png

Verîşan dikare nîşana gelek nexweşiyên cuda be. Verîşan dikare her wiha nîşaneke nexweşiyeke vegir be.

Icon_Medic_Help.png

Heger hûn verîşin, biçin cem Medic-Helpê.

Icon_Trinken.png

Têra xwe avê yan jî çayê hêdî hêdî vexwin.

Icon_Haende_waschen.png

Bi rêkûpêk destên xwe bi sabûnê bişon da ku kesên din ji we nexweş nekevin.

Verîşan nîşaneke gelek nexweşiyên cuda ye. Di nava gelekên din de, ew dikare nîşana van nexweşiyên li jêr be:

Hilgirtina mîde û roviyan

Schlechter_Schlaf.png

Heger hûn gelek şevan li ser hev ne xweş rakevin yan jî tirsên we yên bê sedem hebin, ev dikare nîşana nexweşiyeke derûnî û psîkolojîk be. Weke êşên bêyî sedemên karibin werin naskirin.

Icon_Medic_Help.png

Heger hûn ne baş radikevin yan jî êşên we yên nayên ravekirin hebin, biçin cem Medic-Helpê.

Zehmetiyên bixewveçûnê, tirsên bê sedem yan jî êşên nayên ravekirin nîşanên gelek nexweşiyên cuda ne. Di nava gelekên din de, ew dikare nîşana van nexweşiyên li jêr be:

Êşa ruhî / psîkolojîk

Weitere_Beschwerden_w.png

Li ser vê malperê hûn ê beriya her tiştî agahiyên li ser nîşanên nexweşiyên vegir ên herî girîng peyde bikin.

Helbet gelek gazinên din jî hene. Dema ku hûn xwe nexweş hîs bikin, yan jî pirsên we elaqedarî tenduristiyê hebin, biçin cem Medic-Helpê.

BAG-Logo-de EDI_BAG_e_RGB_pos_hoch.png
Datenschutzerklärung