Nexweşî

Ji mêj ve ye ku hûn ji ber nexweşiyekê diêşin? Gelo hûn bi awayekî birêkûpêk dermanan distînin? Gelo li welatê hûn lê yan jî li ser rêya xwe ya penaberiyê hûn berê hatin dermankirin?

Icon_Medic_Help.png

Biçin cem Medic-Helpê û pirsgirêkên xwe rave bikin.

Hin nexweşî vegir in. Ango, nexweşî ji kesekî derbasî kesekî din dibe. Ev yek dikare biqewime bi rêya hewayê, destên qirêj, xwînê yan jî bi minasebeta cinsî, lê belê her wiha bi rêya verîşanê, terxê yan jî bi destdane yekser.

Icon_Medic_Help.png

Heger gazinên we ji ber êşan hebin, biçin cem Medic-Helpê. Bi vî rengî hûn xwe mirovên li hawîrdora xwe diparêzin.

Bi minasebeta cinsî nexweşiyên mîna klap, herpes, frengî yan jî sûzenekê dikarin ji kesekî vegirin kesekî din. Encama van dikare herikîn, xurîn, werimîn, kinor yan jî êş bin li devera organên cinsî. Lê belê, muhtemel e ku hûn bi nexweşiyê ketibin bêyî ku ti gazinên we hebin.

Icon_Kondome.png

Xwe ji nexweşiyên bi minasebeta cinsî vedigirin, biparêzin: Di dema minasebetên cinsî de timî prezervatîfekê bi kar bînin. Hûn dikarin prezervatîfan ji navenda penaberan peyde bikin yan jî ji dermanxaneyan, dermanfiroşan û pirraniya dikanên supermarket bikirrin.

Icon_Medic_Help.png

Heger nîşanên nexweşiyeke bi minasebeta cinsî dikare vegire, xwe di we bidin der, biçin cem Medic-Helpê.

Icon_Medic_Help.png

Heger dilê we nerehet be piştî minasebeteke cinsî ya bê prezervatîf, hûn dudilî bin li ser wê yekê gelo hûn bi nexweşiyekê ketibin ku bi minasebeta cinsî vedigire, biçin cem Medic-Helpê. Li bendê nemînin ku hûn gazinan bikin ji êş û aciziyan.

HIV vîrûseke ku sîstema xweparaztinê ya bedena mirovî lawaz dike. Dibe ku vîrûsê vegirtibe we, bêyî ku êş û aciziyekê bi we re çêke. Lê belê, heger hûn dermanan nexwin, ew dikare bedena we ewqasî lawaz bike ku hûn nexweş bikevin. Hingê jî navê Aidsê li nexweşiyê tê kirin.

Nexweşî bi xwînê, bi minasebeta cinsî ya bê prezervatîf, bi derziyên hatî bikaranîn ên qirêj vedigire, yan jî yekser ji dayikê bi zaroka hîna ji dayiknebûyî dikeve. Heger vîrûs bi we ketibe, hîna ti gazinên we ji êş û nerehetiyan nebin jî hûn dikarin mirovên din nexweş bikin.

HIV/Aids nexweşiyeke nayê dermankirin e. Derman bi xwe, alîkar in ku vîrûs bê kontrolkirin û giraniya encamên wê bê kêmkirin.

Icon_Kondome.png

Xwe ji HIV/Aidsê biparêzin: Di dema minasebetên cinsî de timî prezervatîfekê bi kar bînin. Hûn dikarin prezervatîfan ji navenda penaberan peyde bikin yan jî ji dermanxaneyan, dermanfiroşan û pirraniya dikanên supermarket bikirrin.

Icon_Spritze.png

Di dema bikaranîna narkotîkan de ku zerkî nava rayên xwînê tên kirin, timî derziyên paqij, ên nehatine bikaranîn, bi kar bînin.

Icon_Medic_Help.png

Heger dilê we nerehet be piştî minasebeteke cinsî ya bê prezervatîf, hûn dudilî bin li ser wê yekê gelo hûn bi HIV/Aidsê yan jî nexweşiyeke din ketibin ku bi minasebeta cinsî vedigire, biçin cem Medic-Helpê. Li bendê nemînin ku hûn gazinan bikin ji êş û aciziyan.

Mirovên bi jana zirav ketî herî kêm sê hefteyan dikuxin, ta digirin, bi şev xwê didin yan jî kîloyan li xwe kêm dikin. Dema ku mirovên ku tenduristiya wan baş e, heweya bi kuxikê derketî derve bikişînin hinavên xwe, jana zirav dikare ji kesekî vegire kesekî din.

Jana zirav bi tehlûke ye. Lê belê dema nexweşî zû bê naskirin, ew dikare bê rehet kirin. Dermankirin herî kêm 6 mehan dewam dike.

Icon_Medic_Help.png

Heger nîşanên jana zirav xwe di we bidin der, yan jî berê hûn ji ber jana zirav hatibin dermankirin, yan jî têkiliya we bi kesekî bi vê nexweşiyê ketî re çêbûbe, biçin cem Medic-Helpê.

Alkol, narkotîk yan jî madeyên din dikarin mirovan bikin mubtela û zirarê bikin li tenduristiyê. Narkotîkan bi kar neyînin.

Di dema bikaranîna narkotîkan de ku zerkî nava rayên xwînê tên kirin, nexweşî dikarin bi rêya xwînê ji kesekî vegirin kesekî din, mînak, heger hûn derziyên bi kar hatî anîn, bi kar bînin.

Icon_Spritze.png

Heger hûn nikarin dev ji narkotîkan berdin,  timî derziyên paqij ên nehatî bikaranîn, bi kar bînin da ku hûn xwe bi nexweşiyan nexin.

Icon_Medic_Help.png

Mubtelatiyek dikare bê dermankirin û xurtiya wê bê kêmkirin. Biçin cem Medic-Helpê.

Ezmûnên zehmet yan jî şidet - mînak, şer, koçberbûn, êşkence yan jî destavêtina cinsî - dikarin rê li ber wê yekê vekin ku beden yan jî ruh nexweş bikevin. Wekî din vexwarina zêde ya alkolê yan jî pirsgirêkên din ên mubtelatiyê dikarin bi vê yekê re elaqedar bin.

Ji bo gelek kesên renckêş, zehmet e ku behsa nexweşiyên ruhî û psîkolojîk bikin, girîng e ku hûn van nexweşiyan cidî bigirin û weke nexweşiyên din bihêlin ku bên dermankirin.

Ji bo nexweşiyên ruhî û psîkolojîk nîşanên muhtemel ew in ku hûn demeke dirêj nerehet rakevin, xewnereşkan bibînin, êşên nikarin bên rave kirin bi we re hebin yan jî gazinên din ên ji êş û nerehetiyan bi we re hebin.

Icon_Medic_Help.png

Êşên psîkolojîk dikarin bên dermankirin. Biçin cem Medic-Helpê.

Xurîsorik nexweşiyeke gelekî zêde vegir e. Nîşanên tîpîk tagirtin û sorbûna çermî ne ku di destpêkê de pirzikên bi rengê avê zelal xwe dide der. Li dijî xûrîsorikê mirov dikare xwe bi derzîkirineke parzayê biparêze.

Icon_Medic_Help.png

Heger nîşanên xûrîsorikê bi we yan jî zaroka we re hebin, biçin Medic-Helpê.

Icon_Medic_Help.png

Heger hûn hîna bi xurîsorikê neketibin, bikin ku derziya parzayê li we bidin. Ji bo vê, biçin Medic-Helpê.

Mirovên bi sorikan ketî, bi rengekî tîpîk tadigirin, ,avên wan sor dibin, dikuxin û di laşê wan de sorik didin der. Li dijî sorikê mirov dikare xwe bi derzîkirineke parzayê biparêze.

Icon_Medic_Help.png

Heger nîşanên sorikê bi we yan jî zaroka we re hebin, biçin Medic-Helpê.

Icon_Medic_Help.png

Heger hîna hûn bi xurîsorikê neketibin, bihêlin ku derziyeke parzayê li we bê xistin. Ji bo vê, biçin Medic-Helpê.

Dîfterî nexweşiyeke rêya bîhnstandinê ya jor yan jî ya çermî ye. Du rengên wê hene: Dîfteriya qirikê û dîfteriya çermî.

Dema kesek bi nexweşiya dîfteriya qirikê ketibe, qirik lê diêşe, ta digire û dema tiştekî dadiqurtîne jî diêşe. Dema kesek bi nexweşiya dîfteriya çermî ketibe, hingê nîşana sereke birînên çerm in ku zehmet rehet dibin. Li dijî dîfteriyê mirov dikare xwe bi derziyeke parzayê biparêze.

Icon_Medic_Help.png

Heger nîşanên dîfteriyê bi we yan jî zaroka we re hebin, biçin Medic-Helpê.

Icon_Medic_Help.png

Heger hûn hîna bi dîfteriyê neketibin, bikin ku derziya parzayê li we bidin. Ji bo vê, biçin Medic-Helpê.

Gurîbûn nexweşiyeke belav a çermî ye. Sedema wê parazît in ku dikevine nava çermî.

Beden bi xureke dijwar, papul û sorbûna çermî reaksiyonê nîşan dide ku para bêhtir li deverên organên cinsî, di navbera tiliyan de, li ser movika dest yan jî movikên din, di bin çengan de û li ser sermemikan didin der.

Nexweşî bi rêya destbihevdana yek ser a du mirovan ji kesekî derbasî yê din dibe.

Icon_Medic_Help.png

Heger nîşanên gurîbûnê bi we yan jî zaroka we re hebin, biçin Medic-Helpê.

Di dema hilgirtineke mîde û roviyan de bi pirranî dilxelîn, verîşan û zikçûyîn didin der û bi wan re jî tagirtin û êşa zik heye. Bi pirranî di demeke kurt de gelek şilavî ji nexweşan diçe.

Icon_Medic_Help.png

Heger nîşanên hilgirtineke mîde û roviyan xwe di we bidin der, biçin cem Medic-Helpê.

Icon_Trinken.png

Gelek avê yan jî çayê hêdî hêdî vexwin.

Icon_Haende_waschen.png

Bi rêkûpêk destên xwe bi sabûnê bişon da ku hûn kesên din bi nexweşiyê nexin.

Gelek nexweşiyên din hene. Li vir hûn ê agahdariyan peyde bikin derbarê wan nexweşiyan de ku pirr zêde vegir in.

Icon_Medic_Help.png

Heger gazinên we yên êş û janan li van nexweşiyên li vir hatin terîfkirin neyên jî biçin cem Medic-Helpê.