Lêmiqatebûna tibî li Swîsreyê

Hemû mirovên li Swîsreyê xwediyê wî mafî ne  ku sûdê wergirin ji xizmeta lêmiqatebûna tibî. Li navenda penaberan dema gazinên we yên ji tenduristiyê hebin, pêşî biçin cem Medic-Helpê.

Pêşî biçin cem doktorê malê

Li Swîsreyê doktorê/doktora malê yekem cih e ku mirov dema nexweşiyan û qezayan berê xwe didinê. Ew we derman dikin û heger pêwîst bike we hewaleyî doktorên pispor yan jî nexweşxaneyê dikin.

Heger doktorê malê nexweşê/nexweşa xwe û dîroka nexweşiyên wan nas bike, ew dikare wan çêtir derman bike. Ji ber vê yekê timî biçin heman doktora/doktorê malê.

Icon_Medic_Help.png

Heger hûn xwe nexweş hîs bikin, yekser neçin nexweşxaneyê, lê belê pêşî biçin doktora xwe / doktorê xwe ya/yê malê.

Icon_Medic_Help.png

Di rewşên lezgîn û anîna dinê a zarokan de yekser biçin nexweşxaneyê.

Lêmiqatebûna tibî li navendên din ên penaberan

Heger we miracaet kiribe ji bo penaberiyê (Nasnameya N), pêdiviya we bi parastinê hebe (S) yan jî demkî hatinbin qebûlkirin (F), hingê meqamê kantonê ji bo we sîgorteyeke nexweşiyê çêdike. Heger Qebûleke Îqametê (nasnameya B yan jî C) bi we re hebe, hingê divê hûn bi xwe ji xwe re li sîgorteyekê bipirsin. Hebûna sîgorteyeke nexweşiyê ferz e.

Doktor, hekîm û tevahiya xebatkarên tibî dikevine ber ferza sir û razê: Ango destûra wan nîne ku weke nexweş li ser we agahiyan bidin kesên din. Heger ew ê agahiyan bidin, ji bo vê pêdivî bi destûra we heye.